Scroll Top

Elewî Ansîklopediya xwe dinivîsin!

Ji Rayagiştiya Demokratîk re!

Di 27ê Avrêlê de kambanyaya bi dirûşma “Ehlê Rêya Heq/Elewî Ansîklopediya xwe dinivîsin!” Em ê dest bi nivîsandina Ansîklopediyê bikin.

Daxwaza me ev e, ku bi wesîleya Ansîklopediya Rêya Heq, wê Ehlên Rêya Heq li dîrok, bawerî, çand û bîra xwe xwedî derkebin û wê biparêzin, bi vê lêxwdîderketinê, cîhana wate û hestê xwe bigihînin dahatûyê û bi vê rastiya xwe re bijîn.

Heta îro dîrok, çand û baweriya me Ehlê Rêya Heq ji aliyê serdest û desthilatdaran ve hatiye nivîsandin. Ev bîrûbaweriya xerab, a ku her carê komkujî û qirkirinan li ser me ferz dike, niha jî dixwaze hafizeya me ya kevnar ji holê rake û “Elewîtiya” xwe biafirîne.

Li dijî destwerdanên dewlet û yên li derveyî cihana bîrdoziya Rêya Heq, yên ku bi darê zorê vê bîrdozî û heqîqeta dîrokiya Rêya Heqîqetê dixwazin bi manîpulasyonê bidin tunekirin, veguhertin, wê Ansîklopediya Rêya Heq, bibe yekemîn înîsiyatîfa ku Ehlê Rêya Heq/Elewî bi hev re hilberîna zanyariyên xwe biafirînin.

Ansîklopediya Rêya Heq, xebateke ku ji liberçavgirtina pêdiviyên civaka Ehlê Rêya Heq pêk tê û bi agahiyên dîrokî û rojaneyên bi dawerivandineke ku ji cîhana ramana Ehlên Rêya Heq hatiye berhevkirin û însiyatîfeke erkî ya veguheztina agahîyan e.

Ansîklopediya Rêya Heq, lêgerinek e ku li hember helwestên manîpulasyon, berhêlkirin, plan û hesabên cur bi cur, ên bi darê zorê guhertina bîrdozî û ramana Rêya Heq, wê lêxwedîderketin, îtîraz û çavkaniyek xurta zanistî biafirîne.

Bi Ansîklopediya Rêya Heq, em dixwazin rastiya Ehlê Rêya Heq, a bi dîrok, civaknasî, mirovnasî/antropolojî, çand, huner, wêje, erdnîgarî, teolojî, siyaset û hemû aliyên Ehlê Rêya Heq ji rabirdûyê heta îro û dahatûyê bigihînin hev.

Têgînên nuh, ên ku civaka Rêya Heq afirandiye, wê ji bo Ehlên Rêya Heq bibe çavkaniya dînamîk a zanîn û bîrdoziyê. Bi boneya ku ji Ehlê Rêya Heq re bibe çavkaniyeka sereke, wê komxebat, konferans, semîner û hwd. bên lidarxistin. Em ê bi organîzekirina pêvajoya nivîsîa ansîklopediyê, bi cîhana akademîk û zanistî re çalakiyan pêk bînin.

Ansîklopediya Rêya Heq li ser esasê rasteqîniya “Rê Yek e, Derge Hezar in” û pir zimanî û pir çandiya civaka Ehlê Rêya Heq armanc digire ku Rêya Heq bi hemû aliyên wê ve biresimîne û vebêje.

Ansîklopediya Rêya Heq, ji bo vekirina deriyan li ber nêzîkatiyên cudayên rêbaz û amûrên zanistî, akademîk, nirxandina bi perspektîfên cuda, dewlemendiya çandî, ya civaka Rêya Heq ji bo berhevkirina derdorên akademîk û rewşenbîr, ên navneteweyiyên li ser Rêya Heq dixebitin, bînin gel hev û ji bo afirandina çavkaniyek agahdariyê ya mayînde, pêbawer, pir fonîkî hildide ser milên xwe.

Bi kampanyaya “Tu jî Gotinekê Bibêje!” ku tê xwestin, ji bo pê hişmendiya Ehlê Rêya Heq bidin jê birin, em jî dixwazin vê hişmediya xwe zindî bihêlin û nirxên xwe yên baweriyê bigihînin Canên xwe yên Rêya Heq. Ji bo ku dahatûya me tarî nebe, em dixwazin têbîniyekê li dîrokê bikin da ku her gotinek ji çîroka me ya rast û bîra me ya dîrokiya kevnare vebêje.

Di vê wateyê de mebest û armanca sereke ya kampanya Ansîklopediya Rêya Heq ev e: Ji bo parastina doktrîna çand, dîrok, nirx, bawerî û hişmendîya Ehlên Rêya Heq a li dijî bişaftinê ev Ansîklopedî ye. Ev Ansîklopedî wê bixwe ji alî Ehlê Rêya Heq ve bê nivîsandin û ew ê ji bo Ehlê Rêya Heq bibe jêder, referansa û çavkaniya bingehîn a hemû pêkhateyan vê bîrdoziyê.

Em her Canê Rêya Heq, bi boneya “Her Bêjeyek Euroyek” vedixwînin vê loqmeyê, ji bo ku dahatuya xwe em bi hev re diyar bikin. Heke em bixwazin zarokên xwe ji agahiyên qirêjî, yên li ser tevna medyaya civakî û asîmîlasyona serdestan biparêzin û em dixwazin di xeleka bêhêvîtî û xitimîna ku li ser me hatiye ferzkirin de bibin Xizirê hev.

Em dikarin asîmîlasyon û dorpêça çandî ya ku li ser me hatiye ferzkirin, bi pêşîvanî û rêbertiya pîren xwe berteref bikin. Ji bo ku rasteqîniya baweriya me ya dîrokî di jiyana me de bibe çavkaniyeke sereke û ji bo ku dahatûya me ronî bike, em dixwazin vê lêgerînê berdewam bikin.

Em bangê li hemû raya giştî ya hestiyar dikin ku bi saya serê Xizir, hûn milê xwe bidin milê me û piştgiriyê bidin vê lêgerîna me ya heqîqetê.
Bi hezkirin..

ROJ: 27.04.2024
Saet:13.00-15.00
Navnîşan: Körnebachstraße 49-51
44143 Dortmund

Akademiya Rıza Şehrî (ARŞ)

Yorum Yaz